21 Şubat 2018 Çarşamba

Hêvîya Xwelîyê: Mirady

Xwelî
li guhên me
Dibêjin êr rojkê gotîye ''bira ez î li ser avê bim bes ne li ser xwelîyê bim'' Çinku xwelî bo êr ne hebûn e ne jî nebûn û ar bi qasî reqsa gurbûnê hez dike, li eqsê, bi eşqa avê vemirînê jî dil dike. 

Mirady, bi ''Xwelî'' ya di Sibata 2018'an de ji Z Muzikê derket, bo Muzîka Kurdî ya demeke dirêj e bi ezabê vemirînê li ber sikratê ye, mizgînîya gurbûna êr da. 

Guhdarên ku li ser sosyal medyayê kevirên gir diavêtin kalîteya ketî ya Muzîka Kurdî, divê guh bidin ser xwelîya xwîna Mirady û kevir di destan de ji nû ve bifikirin.

20 Şubat 2018 Salı

Perxudres ''Dîyalogên Bêedeb'' Transfer Dike

H. Kovan Baqî
biedeb
Asya Dawid û H. Kovan Baqî bi ''Dîyalogên Bêedeb'' transferî Perxudresê bûn.

Di rojên pêş me de, Asya û Kovan bêyî ku sansurê li profîlên xwe deynin dê  pirsan ji hevdu bipirsin û edebê serkiras bikin.

Li gor plana heta mirinê ebedî, mehê carê dê carekê Kovan bipirse û Asya bibersivîne, cara dîtir jî Asya bipirse û Kovan bibersivîne.

Asya û Kovan didin zanîn ku ewê li benda pirsên bêedeb yên xwendevanan bin û wan jî di çarvoeya edeba bêedebîyê de bibersivînin.

Hûn dikarin ji niha ve pirsên xwe li şiroveyan binivîsin.

18 Şubat 2018 Pazar

Xeca Mistoyê Heco û Şorên Şoreşgêjan

Na bavo hê li rawestgehê me
nivîngeh
''Na bavo hê li rawestgehê me'' ya Mistoyê Heco, ser şandina wî li Riha kete destê min û bi min re li rawestgehên Riha, Mêrdîn û Dîyarbekirê çerx bû. Jiber navê kitêbê min nêt kiribû ku ez li tek rawestgehekê rûnim û kitêbê bigirim li wir biqedînim, lê şertan kir ku hevokên wê li rawestgehên li sê bajaran bibin nesîbê çavên min.

17 Şubat 2018 Cumartesi

Bertîla Berî Pêrar: Sala Bertilê

Sirûc
zimên
Dema min ji wê strana navdar ''par qîz bû îsal jin e'' bihîst, ez bi şopê ketim û elimîm ku ''par'' ew ''sala çûnî'' ya di devoka min de ye.

Paşê ku ez hinekî bi edebîyatê ketim min dît ''pêrar'' jî heye. Bo gîsnekî din li gotinên xwe xînim, îcab bike neke, min ''par û pêrar'' nivîsî li gelek cîhan. 


''Par'', ''sala çûnî'' bû baş e, ''pêrar'' jî sala berî ''par''ê bû û jê wêde jî tune bû; hetttttttta vê sibê.

15 Şubat 2018 Perşembe

Îsotçi Reşo: Ku Ez Tiştekî Tûj Nexwim Birçî Dimînim

Riha bi îsotên xwe yên tûj navdar e. Li gor hin gotegotan, her tiştên din li hêlekê, tenê bi xêra îsotên tûj sazbendên dengxweş ji Riha derketine.

Dîsa rast û derewa şêniyê Riha, îsot bi awayekî pozîtîf tesîrê li eşqê dike ku di Roja Evîndaran de, malperên xwarin vexwarinan ji yarik û dostikan re şandina îsotan pêşnîyaz dikin. 


Rojekê li dû Roja Evîndaran, min li Riha aşiqekî îsotê dît û pê re hevpeyvîneke ku li gor qîmeta îsotê hinekî kin dimîne, kir. Min bi standartê pirsîn û Îsotçi Reşo, ku 30 sal in îsotan difiroşe, bi devokê bersiv dan.
İsotçu Reşo
Îsotçi Reşo
Li Riha sal dozdeh mehên Xwedê îsot têne firotan, bes pirsa min ya pêşî, li vir pirtir di kîjan mehan de alvêra îsotan dibe? 

Îsotçi Reşo:
Ko li mala nemînê, ko gerek dibe mecbûr tê kirîn. Va jî tiştekî mînê rizê ye, mînê nîska ye. Ko nemîne hema tê xastin. Di mehê neha deha da, wextê ko ni çêdibê pir tê kirîn. Jê şûnva disekine, êdî ko li mala nemînê dixazin. Bulxirê te li mal nemîne tîye nerî nekirî? Va jî werga ye. 

Related Posts with Thumbnails